Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [the british museum] de;

4. ez bi carekî çûm. bi 3 saet tê da mam. wextê'm zêde tunebû. jixwe mirov dibetile. lê dikarim bi deh carên din jî biçim dîtinê. ewqasî nuwaze bû.

di beşa mezopotamyayê da, min eserinan dît, ew eserên ku li alîyê axên kurdan yên îro dîtine û derxistine. Di vê beşê da min çend kevirên/tabletên bi nivîs jî dît. (bnr: cuneiform)

bi kurdî qey (bnr: nivîsa mixî) an jî (bnr: nîvîsa bizmarî) ye.

ne yek, ne dudo, pir bûn. îcar her yek bi alfabeyeka cuda hatibûn nivîsandin. teqez çend ji wan, min di dilê xwe da got, bi alfabeyeka kevnar ya kurdan e. Van tabletan bi çend hezar salan di bin erdê da mane. ew gişt ji dema berî zayînê bûn. dîsa jî nipînû xuya dibûn. pir xweşik bûn. maşela, min got.

wextê'm pir tunebû. ji ber vê yekê nizanim ka tabletên di vê muzexaneyê da, têkilîya wan bi kurdan hebû an na. bi gotineka din, gelo van nivîsên li ser tabletan, cuneiforma kurdan / medan bû an, na?

(bnr: median cuneiform)
(bnr: kurdish cuneiform)



27.07.2019 18:05 ~2019.09.14 23:22 | mirovekirind

1. muzexaneyeka mezin e. li paytexta îngilîstanê yê. (bnr: londra)

bi lîsteya eserên xwe û bi pêşangehên xwe ve pir dewlemend e. ji misira kevnê, ji çînê, ji amerîkaya başûrî, ji Mezopotamyayê, Hema bibêja ji her çar alîyê cîhanê eser û berhemên dîrokî, hunerî, çandî berhev kirine. û dipeşînin, bo tourist û xelkên hemû cîhanê.



27.07.2019 14:50 | mirovekirind