Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [serê şevê çîrokek] de;

3. Berhemeka hêja ye. Ne tenê zarok, ez jî bi kêfxeşî dixwînim. Gava mirov çîrokên kurdî û bîyanî yek bi yek bi pey hev dixwîne, di navbera kurd û gelên din da çi dişibin hev û çi ji hev cuda ne, mirov dibîne. mirov dîbîne Û li gor çand, hişmendî û şaristanîyê dikare wan bide ber hev.

Di navbera wêjeya kurdî û wêjeya bîyanîyan da çîrok û mijaran, leheng û kesayetan, şîret, nêrîn û hwd ji hev cuda ne. ev berhem van tiştan dide ber çavan. Ji ber vê yekê, Ev pirtûk, ji bo naskirina gelê kurd û gelên din yên cîhanê pirtûkeka baş e. bo destpêka wêjeya kurdî û wêjeya cîhanê pêşnîyarî kurdan dikim.

Ji cihekî ketîbû guhê min, digot Nivîskarê hêja nexweş e. Xwedê ji selîm temoyî ra rehetî bide bi jiyanekî dirêj û şahî.



11.08.2019 15:07 ~15:17 | mirovekirind

1. Berhevkarîyeka nûwaze ye (2019). Amadekar û wergêr selîm temo ye.

Ji bo ku zarokên kurd bikaribin roja salê çîrokek guhdar bikin an bixwînin, Bi qasî rojên salê (365) çîrok di nav pirtûkê da hene. sal bi 12 mehan e, Ev pirtûk jî ji 12 beşan pêk tê. Di her mehê da çîrokeka kurdî û çîrokeka bîyanî bi dû hev xistine. Û zarok nêzî 14 çîrokên bîyanî û 14 yên kurdî di her mehê da dibîne.



11.08.2019 13:20 | mirovekirind