Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çomo] de;

4. tirşiknûsekî bihuner e.

ji peyama wî ya mirovên helez/142430 mirov dibîne ku hunera wêjeya nivîskî pê re heye. mirovikê wî yê helez yê di peyamê de şayêsandî, ewê ku xebatkarê lokalê bû, rûyê wî, şikl û sekina wî, awir û tevgerên wî tev hatin ber çavê min. çomo wî mirovî ewqas baş da ber çavê me, min got qey çend caran ez jî çûme li vê lokalê rûniştime û ji destê wî mirovê helez min jî çend caran çaya wan a erzan û tal vexwariye.

ferhengbazên baş di nav nivîskarên tirşikê de gelek in. lê ên bi hunera wêjeyî hindik in. wekî din, kurdiya wî jî xweş e.



17.06.2023 23:00 | mirovekirind

3. Nivîskarê tirşikê ku çend e peyama wî ya şîrîn a gup lê xistin dikeve bîra min. Pir kêfa’m ji vî zarokê re hat. Ew zarokê pênc salî yê ku Çiçikê bernade.



02.08.2022 23:13 | mirovekirind