Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qijik, pisik û lîtwan] de;

1. Sê tiştên mîna hev in. Bi çi awayî mîna hev in? Li alîyê xwedîbûna kesayetê ve. hin mirov hene, Ji ber ku pisik xwedî kesayet in, ji pisikan hez nakin. Ji pisikan xuy dikin. Qijik jî xwedî kesayetê ne. Pir kes ji wan jî hez nakin. Heta, Kesên ji qijikan hez nakin Hîn zêdetir in. Ajal/Heywan ji xwe ra baş in heyra. Heywan Ne mecbûr in ji kesên din ra baş bibin. Eferim ji herduyan ra jî (çepikekî xurt bo qijik û pisikan).

Îcar lîtwan? lîtwan, xelkên lîtwanyayê, qasî min dît, ne mîna xelkên din in. Xwedî kesayetê ne. Mirovên giran in. "Eyn wek qijik û pisikan", min gotibû di dema borî da. Ez Wan gelek diecibînim. (bnr: lîtwan) Hin pirsgirêkên wan hene (yên civakî, û siyasî). Lê dîsa jî Pêşeroja wan baş dibînim. mixabin Rûs wan rehet nahêlin. (Jixwe rûs bela xwe didin li hemû cîranên xwe)

Ez pêşeroja Pisik û qijikan jî baş dibînim, ya lîtwan jî. Ku xwedî kesayetê bin, giran bin, dev ji cultural auto-assimilationê berdin, Pêşeroja kurdan jî dê her hebe.



07.11.2019 00:59 ~2019.12.19 00:07 | mirovekirind