Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [le monde diplomatique kurdî] de;

4. Rojnameyeke piçûk e. xwendina wê rehet û bikêf e. weşana enstîtuya kurdî ya parîsê ye.

piştî bidestxistina du hejmarên wê ku min kêfa zarokan pê kir ez bi nivîsên wê yên li ser polîtîkaya navneteweyî mat mame. pir biserketî bûn. nivîsarên tê de di asteke pir bilind de ne ku mirov dikare wan û yên di rojnameya dya û ya brîtanyayê de bide ber hev. ne tenê naveroka nivîsan, standarda zimanê wan jî baş e, redaktoriya wan jî.

tu li tevahiya ser û binê welatê bigerî tu dê belkî nivîsên bi vê kalîteyê ancax li botan timesê rast werî. bi texmîna min nivîskarên le monde diplomatique kurdî bi salan di bin bandora fransizan de mane loma karîne zimanê xwe, nivîs û ramanên xwe bikemilînin, geş bikin. yanî lîteratûr û çanda navdar ya fransayê tev bi nivîskar (voltaire, sartre, victor hugo û hwd.) û fîlozofên xwe (descartes, rousseau û hwd.) bandora xwe li dîasporaya kurdî kirine, bê mane.

an jî em neheqî li wan bikin û bêjin çi li rojnameyên fransî dibînin werdigerînin kurdî. kerem kin bixwînin. Here lînkê



28 roj berê 15:38 | mirovekirind

3. yek ji kevintirîn rojnameyên çapkirî yên kurdiya kurmancî ye.

Di hejamara 75an de, Îlon 2023, piştgirî dixwaze, di rûpela xwe ya dawiyê de.

"Piştgirî bo lmd kurdî

Le monde diplomatique kurdî, hêza xwe ji reklamên tîcarî nagire. Ji ber vê yekê hewcedarî bi bexş û piştgiriyên xwendevanên xwe heye. Ev bexşên we dê bibin pal û pişt ji bo pêşvebirina dezgehî û fikrî ya rojnameya me.

Hûn dikarin li her derê cîhanê bi methodên cuda yên peredanê piştgiriyê bidin.

https://ku.mondediplo.com/donation
"



29 roj berê 17:19 | mirovekirind