1. ji îro pê ve peyva jineolojî yek ji wan peyvan e bo min, ewên ku herî zêde jê hez dikim. peyva îsalî (2022) û peyva her salî ye.
zanistek e. bingeha vê zanistê li rojavaya kurdistanê hatiye danîn. li cihê ku ypj û jinên kurd ên pêşmerge (başûr û hawirdora wê) deng dane. herweha navê pirtûkekê ye bo dibistana amadeyî (bnr: lîse). bo pola 11ê û pola 12ê du pirtûk hatine amadekirin.
Here lînkê
Here lînkê
ew du pirtûk digel van dersan tê xwendin: bîrkarî, civaknasî, dîrok, english, erdnîgarî, felsefe, fîzîk, kîmya, wêjeya kurdî, zindînasî, zimanê kurdî.
(pdf) Here lînkê
"pêşgotin"a pirtûka jineolojiyê a ewil.
“Jineolojî di bingeha xwe de zanista jinê ye û di heman demê de zanista jiyan, hevjiyana azad û civakê ye. Li ser sedem û çavkaniya pirsgirêkên jin û civakê radi- weste. Ji ber ku koka tevahî zanistan, civak e. Zanîna rast û baş bi rêveberiya civakê bi pêş dikeve, lê em îro dibînin ku zanistên civakî aloziyan dijîn û bandorê li hemû zanistên din jî dikin. Ji ber vê jî jineolojî li ser feraseta ku zanist girêdayî hev in û bandora wan li hev heye, analîz (tehlîl) dike û dinirxîne. (dîrok, ekolojî, aborî û hwd).
Her weha jineolojî li ser zayendpersetiya civakî lêkolînan bi pêş dixe û guftûgoyan derbarê azadkirina zayendperestiya civakî dê çawa bê derbaskirin, dike.
Ji ber ku ev teoriyeke nû û nêrîneke nû ya jiyanê ye, mirov dikare bibêje ku jineolojî wê bibe teza herî mezin û ji bo jiyaneke baş û bedew, rê li ber guhartinan veke.”
|