Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [binomial nomenclature] de;

1. an jî scientific nomenclature, pergala navnetewî ya navlêkirina candaran e (riwek, ajal, mîkro-organîzma û hwd.). damezrînerê vê pergalê carl linnaeus ye. îro di warên zanistê de dezgehek an kesek nîn e vê standardê nepejirînin.

li gor vê pergalê, navê cûreyan (species) divê ji du peyvan pêk bên û bo navlêkirinê timûtim zimanê latînî bikar bê. Mînak bo navê Çend cûreyan: olea europaea (dara zeytûn), fritillaria kurdica (lîloza kurdistanê), panthera tigris (piling).

di bin kategoriya cûreyê de kategoriya "binecûre" (subspecies) heye. navê binecûreyan ji sê peyvan pêk tên. Mînak: (bnr: vulpes vulpes kurdistanica) (Roviyê Kurdistanê).



06.04.2024 17:30 ~2024.04.07 18:16 | mirovekirind