Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xendekî] de;

70. yek ji qedirbilind nivîskarên tirşikê ye.

pirî caran nexuya ye lê belê, bi ya min, çavê wî her tim li ser tirşikê ye. dema nûçeyeka girîng û nû derbarê ziman, wêje, çapemenî, paltform, hwd derket, tê bin mijarekî da dinivîse, xebera wî dide û diçe.

û herweha dema hewcedarîya agahîyekê di bin mijarekî da çêbibe, tê agahî dide, çewtîyan serast dike û diçe. ji dûr ve li tirşikê miqate dibe. wekî spider-man an jî batman, şal û şapik li xwe dike, xwe hol dike û ber bi kêmasîyan ve difire, "xendekîîî" min hinek pêkenok tevlî mijarê kir lê bi rastî jî wan tiştan tîne bîra min.

te dî ji ew kesan ra ku ji dûr ve li karekî miqate dibin, dibêjin supervisor. xendekîyî jî ez wek supervisora tirşikê dibînim. xwedê jê razî, û jiyana wî xweş û geş be!



04.12.2019 16:20 ~22:01 | mirovekirind