Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tara mamedova] de;

18. Jinikeke lihev, dilpak û kubar e. strana wê xewna giran tahmeke nedîtî bi min peyda kir. xwendin û muzîka wê, maşelah. heke mirov qedra wê zanibe, Stranbêjeke temam e. kêmasiya wê hema bibêje tune ye. bi karên xwe ên pêşerojê wê gelek bi ser keve.

vîdeoyeke bi ser û bin ji strana "xewna giran" re çêkirine ku hem basît û xweşik bûye û hem jî ne bi mesrefeke zêde ye. hebekî ketine bi ber bayê hunermendên ewropî. derhênerê vîdeoyê nizanim lê dibe ku daxwaza girtina vîdeoyeke bi vî rengî ji tarayê be ku ew bixwe nîvî ewropayî ye jixwe. tê bîra min, vî şêwazê ewropî, mirov bi temaşekirina şanoya qesra balindeyên xemgîn re jî dibîne. têkiliya hunermendên kurd bi ewropayê re pir bixêr dibînim.



18.07.2023 12:31 ~2023.07.20 16:24 | mirovekirind

15. stranbêjek e ku heya niha ez pê nehesiyame. cara ewil min guh da straneke wê (bnr: lo lawo) ew jî, muzika wê dişibe straneke din (gelo çêkirina stran ên qelb her tim karê wê ye, an li min rast hatiye, mirov ji xwe dipirse.):



02.02.2019 15:17 | mirovekirind