Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [la vie en rose] de;

4. fîlma jiyan a édith piafê ye. di sala 2007ê de hatiye kişandin.
ez dixwazim carekî din lê temaşe bikim. fîlmekî pir baş bû. li aliyekî din, newêrim. newêrim, ji ber ku ...

ax marcel, ax! bi mirina marcelê, min weke ji çavên edith piafê ve spehiya wî mêrikê dît. û ew çû û çû. ez dibêm qey min piçek fahm kir jin çawa ji mêran hes dikin. sînema tiştekê ecêb e. rojekî ez bikarim vî derdê evînê bikişînim, ez ê carekî din lê temaşe bikim.

marion cotillard, bi ya min yek ji lîstikvanên herî baş e. bala min kişand ku sylvie testud jî di nav vê fîlmê de bû.



14.04.2018 01:09 ~01:13 | mirovekirind