Tirşik - Profîl
tirşik-profîla subasi842

profîla "subasi842"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [helbestên ehmedê xanî] de;

12. Xanî ji kemalê bêkemal î

Meydana kemalê dîtî xalî



Yenî ne ji qabîl û xebîrî

Belkî bi teessub û eşîrî



Hasil ji înan eget ji bêdad

Ev bodete kir xilafê mutad



Şafî şemirand vexwari durdî

Manendê durrê lîsanê Kurdî



Înaye nîzam û întîzamê

Kêşaye cefa ji bo amê



Da xelqi nebêjitin ku Ekrad

Bê merîfet in, bê esl û bunyad



Enwaê milel xudankitêb in

Kurmanci tenê di bê hisab in



Hem ehlê nezet nebên ku Kurmanc

Eşqî nekirin ji bo xwe armanc



Têkda ne di talib in, ne metlûb

Vêkra ne muhîbb in ew, ne mehbûb



Bêbehran e ew ji eşiqbazî

Farix ji heqîqî û mecazî



Kurmanc ne pir di bêkemal in

Emma di yetîm û bêmecal in



Fîlcumle ne cahil û mezan in

Belkî di sefîl û bêxwedan in

...



Mem û Zîn



09.03.2015 01:40 | subasi842