Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mistefa

profîla "mistefa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kamuran alî bedirxan] de;

13. Birayê Celadet e. Di nava rêxistina Xoybûn de cîh girtiye. Li ewropayê Demeke dirêj diplomasiya Başûrê Kurdistan meşandiye. Berhemek wî ya ku bi navê "dilê kurên min" çap bûye niha l'ber destê min e. Mehmet Atli ji beytên helbesta wî ya "Birîn" stranek zehf xweş çêkiriye. Lê feqet xweştirîn helbesta wî (heta carna ez di dilê xwe de dibêjim; xweştirîn helbesta Kurdî) "kulîlkên ezêb" e. ev helbest ji berhema Charles Baudelaire ya bi navê 'Le Fleur de Mal' re wek nazîre nivîsiye Mîr.

Ahanda helbest ev e :

Ez bes te maç dikim; bi lêvên xewnê

Evîna te kûr e, hêviya dinê

Birûskên çavên te; wek gewherên ecêb

Çavên te yên zelal; kulîlkên ezêb



Maça şêrîn; ko lêva te bi min da

Ez birîndar kirim û bi min ve da

Çira dişewite; zimanekî zêr

Her pê ronî dibe, nimêjgah û dêr



Bo tihniya dilî; lêva te kanî

Ji xewna çavê re; te sorgul anî

Dilê min mizgefta bêdengî ye; sar

Havîna min bê sih, rêlên min bê dar



Mehfûra mirinê min bi ken raçand

Jînê ez xapandim, min kes ne xapand



02.03.2015 03:11 | mistefa