Tirşik - Profîl
tirşik-profîla remlavêj

profîla "remlavêj"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [emseytu kurdiyyen we esbehtu erebiyyen] de;

4. xwezî faşîstên tirk jî bi tirkî raketibana û bi kurdî rabûna...

xwezî faşîstên ereb jî bi erebî raketibana û bi kurdî rabûna...

xwezî faşîstên faris jî bi farisî raketibana û bi kurdî rabûna...



ku heta mirinê!



edît: xwezî ez jî bi tirkî raketibama û bi kurdî rabûma.



13.01.2016 19:26 ~19:36 | remlavêj

3. li gor agahiyên ku di ansîklopediya îslamê de derbas dibin baba tahirê uryan li hemedanê seydayê medreseyê bûye. di zivistaneke sar de xwe tazî kiriye û ketiye nav hewzekê û heya sibehê di nav avê de maye. loma bernavkê uryan (tazî) lê hatiye kirin. li gor menqîbeya ku jukovsky neqil dike baba tahirê uryan di wê şevê de gihiştiye radeyê welîtiyê û gava bûye sibe bi erebî wiha gotiye:



أَمْسَيْتُ كُرْدِيًًّا وَ أَصْبَحْتُ عَرَبِيًّا (emseytu kurdiyyen we esbehtu erebiyyen)



19.03.2015 00:58 | remlavêj