Tirşik - Profîl
tirşik-profîla remlavêj

profîla "remlavêj"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kovara wêje û rexne] de;

36. wêjeyek têkûz hêza xwe ji rexnegirîyê distînê. rexne wêjeyê pêşve dixe, jê re rê vedike. wêje bi rexne xurt dibe, devlemend dibe. cûre cûre rexne hene. rexneyên pûç û vala, rexneyên xirabkirinê tu feydêk nade wêje û hunerê. lê, rexnên îlmî, zanîstî, rexnên objektîf gelek feyde dide wêjeyê û nivîskarên edebî. ji bo wêjeyek nûjen, ji bo pêşveçûna çand û hunerê rexneyên zanîstî gelek pêvîst e. di wêjeya kurdî de hêla herî vala rexnegirîye. valahîya rexnegirîyê gelek astengan bi xwe re tîne. çand, huner û wêje bê rexneyan pirs û pirsgirêkê xwe çareser nake. gelek pirtûkên helbest, roman û çîrokên kurdî derketin. her sal yên nûh tên weşandin. li ser van pirtûkên tenê kovara wêje û rexne hûr dibe. pirtûkên çawan in? naveroka wan li ser çi hatine avakirin? zimanê wan yên wêjeyî çawan e? tenê kovara wêje û rexne qal (behs) dike, dinirxînê, rexne digrê. ew timtêl jî di nav rexnegiriya wêjeya kurdî de sedema yekdestî bûnê dibe.



19.03.2015 19:23 ~2015.04.05 01:04 | remlavêj