Tirşik - Profîl
tirşik-profîla remlavêj

profîla "remlavêj"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [biyanî] de;

12. pirtûka biyanî li dora ramana absurdê digere. ew beşê pêşî ji dîtinên albert camus li ser mirov û li ser bêwateyiya dinyayê bi gewde dike. lehengê pirtûkê bêyî ku bizanibe, jiyaneke bêwate dijî. lê rojekê, gava pirsa "çima?" ji xwe dipirse. ew bi rastiya vê bêwateyiya jî dihese. bersiva vê pirsê rastiyeke mezin di rûyê wî de vedike û wisa jî valahiyeke mezin di nava wî de peyda dibe. lê ev mirovê han ji qedera xwe nareve û bi ser de jî ew bêtir ji jiyana pûç hez dike. ji ber ku ew bi ser rastiya tiştan ve dibe. ew dibe mirovekî biyanî. di mala xwe de. di bajarê xwe de ew xwe kesekî biyanî û bêpêwendî dibîne.



19.03.2015 19:05 ~2015.03.26 15:20 | remlavêj