Tirşik - Profîl
tirşik-profîla remlavêj

profîla "remlavêj"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gotinên pêşiyan] de;

263. mezinan ji me re hin gotinên wisa hîştine ku di wan de wateyên kûr û dûr hene. mînak vê gotina estetîk û ji estetîkbûnê jî zêdetir xwediyê wateyek kûr:



''dest destan dişo, vedigere rûyan dişo.''



belê, di nava salekê de belkû min vê gotinê bi dehan carê li ser rûpelên facebookê dît û cihê xemgîniyê ye ku her carê jî wateya vê gotina bedew û kûr tenê bi tifaqê re hatiye-dihêt sînordarkirin. nizanim em çima wisa mêldar in ku li dora tiştên hêsan bigerin û her "li wir" bimînin? bi vê "gotinê" re wateyek ji ya "tifaqê" wêdatir û kûrtir he ye, ango temam destek tenê nedikare xwe "bişo", jê re destek dîsa divê ku ew jî hebûna destê din e. lê piştî hevûdu şûştinê, ber bi "rû" vegerîna van destan û di encama de jî " paqijiya rû"? ango ez dibêjim li vir remza "paqijiya rû" destnîşankirinek e ji bo "abûr, prestîj, serbilindî, anor û rûmet" a ku di encama tifaqê de derdikeve holê.



19.03.2015 21:41 | remlavêj