Tirşik - Profîl
tirşik-profîla remlavêj

profîla "remlavêj"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [terikandina cixareyê] de;

31. dema ku ez nexweş dikevim dilê min ji cixareyê diçe, heta bizanibim ku ew bibe dermanê nexweşiya min jî ez ê nikarim bikşînim. du hefte berê ji ber tevlîheviya rewşa hewayê nexweş ketim, aloqên min nepixî û sê roj di nav livînan de mam. tam sê roj nikaribûm cixare bikişanda lê, roja çaremîn ew xwesteka jehrê dîsa hat cihê xwe û ji xwe re cixarekî pêçand û dam navbera her du lêvên xwe lê lê, cixarê vênexistim. ji xwe re fikirîm, ma jixwe ez sê rojan nekişandî me, ka binêrim gelo ez çiqasî dikarim bê cixare bisekinim. û dawiya dawî di rêya terikandina cixarê de 11 roj, 6 saet, 43 xulek, 27 çirke derbas bûye.



12.04.2016 13:31 | remlavêj