Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hêja hûner

profîla "hêja hûner"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dilê çetel] de;

1. ev ravek e ku ez di gotineke a pêşiyan de lê rast hatim. dibêje "ji jinan re bedewî, ji mêran re dilê çetel gereg e"



"dilê çetel" di çanda tirkan de jî wek "çatal yürek / çatal yürekli" derbas dibe.



îcar li ser wateya wê du ixtimal tên li ber çavan:



1- eger eslê vê ji kurdî be peyva "çetel" çi ye? ixtimalek mezin ew çetelê ku pê kevir tê avêtin e û wateya wê jî ev e "mêr divê wekî ku kevirek ji çetelê tê avêtin wêrek û merxas be. Dema ji çetel derket jî here li hedefa xwe bide û qet venegere."



2- eger eslê vê tirkî be "çetel" di vir de "sapan" be wateya gotinê yek e. lê eger ne sapan be wate çi ye nizanim.



nîşe: di gotina pêşiyan a "ji jinan re bedewî, ji mêran re dilê çetel gereg e" de peyva "gereg" jî bi tirkî ye. Ev jî ixtimala duyemîn bihêztir dike. yanê çetel jî gereg jî bi tirkî ne.



04.06.2016 09:47 | hêja hûner