Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bijêrvan

profîla "bijêrvan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [altan tan] de;

50. Ji ber ku dizane cardin bi reyên apociyan nikare (ji xwe pê yên din qet nikare) bibe wekîl serê vî kerî bikim ku ew dîsa wekî namzet bê nişandan û bibe wekîl dê rexneyên dijwartir bike.



Di nava HDPê de cî digire û dibêje HDP zêde girîngiyê dide çepgiran. Malnemîrat ma HDP ne çepgir e tu çi jê dixwazî. Oldaran deriyê xwe vekiriye tu hîna jî newekirî yî.



07.04.2015 13:38 | bijêrvan

31. altan tan bi xwe dibêje hemû axaftinên xwe dê bihêle piştî hilbijartinê, êz û hûn çima wisa bêsebr in. HDP ne ji ber oldariya wî ne jî ji ber rexnedariya wî , wî vê carê nake namzet. Na HDPê de kesên xwedî nêrînên wî dîsa pir in.



HDP, pariteyeke çepgir e, ev tekoşîn bi keda tevgera Kurd e, ew dilê xwe ji bo suniyan,asuriyan,elewiyan û partiyên din yên kurd û tirk vedike û heqê biryarê ya HDPyê.



Cara din Altan Tan bû Şerafettin Elçî bû vê carê Kardi Yıldırım e, Fevzî Bilgen e HDP ne partiya wan e tenê ji bo wan jî vekiriye ewqas.. Altan Tan jî hezar cara ev rastî gotiye.



ha altan Tan bibe endam baş e an ne baş e? ez dibêjim baş e. Lê divê 5 salan jî bê ku wekîl be xwe bide ispat kirin ku ew HDPyî ye.



04.04.2015 14:46 | bijêrvan