Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwînhingivîn

profîla "xwînhingivîn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdistan24 tv] de;

1. medyayeke nû ye. li başûrê kurdistanê tê avakirin. mîna ku ji navê wê jî kifş dibe, bi hevkariya france 24 tê avakirin. rêveberê giştî yê medyayê nûredîn weysî ye. wê weşaneka hd bike.

''Ez kêfxweş im ko nexrîya projeya medyayî ya Kurdistan 24ê ko kanaleka gehandina nûçe û zanyaran a bi nûtirîn teknolojyaya pêşkevtî ye bi hewe bidim nasandin.

Peyama Kurdistan 24ê peyameka niştîmanî û neteweyî ye, da bi rêya gehandina zanyarên rast û dûvçûna bûyeran, bi taybetî ew bûyerên ko li pileya pêşîn ji bo bînerê kurd giring û balkêş in, rolê ragehandinê li Kurdistanê xurttir bike.

Kurdistan 24ê projeyeka medyayî ye ko bi harîkarî û têkilîyên digel televizyona Fransa 24ê (France 24) dixebite. Em bi hemî şiyanên xwe ve dê bixebitîn ko bi rengekê berpirsyaranî û babetîyanî û bi pêgirîya bi binema û standardên rojnamevanîyê karê rojnamevanîyê bikîn.

Ez hîvîdar im ko bi harîkaî û piştevanî ya hewe yên hêja bikarîn peyama xwe bi rengekê serkevtî bicîh bikîn û ev dezgehê ragehandinê karê merdyayî li Kurdistanê şên bike û bi tenê zêdekirina hijmara wan dezgehan nebe. Ez bi tevlîbûna hewe di vê projeyê da kêfxweş dibim û hîvîxwaz im ko em hemî ji bo bicihanîna peyama Kurdistan 24ê kar bikîn.''

Nûredîn Weysî

Rêveberê Giştî



http://kurdistan24.net/



01.04.2015 20:32 | xwînhingivîn