Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [lo wer meke] de;

2. straneke albûma ji xoresanê heta çorimê naweyên kurdên elewî a ji aliyê kom müzikê va derketiye ye.

ayfer duztaşê zehv xweş xwendiye..
eva çend roj e liserhev guhdar dikim..

bi dengê ayferê:




û gotinên stranê:

Jûr da hatî dînik dînik
Îşlîk sûrik yaxa çînik
Destê xwe bide destê min da
Em herina şûna dûrik

Lo wer meke, lo wer meke
Çavê reş min gewr meke
Ez ji dil da yaralî me
Min Ra Derdan peyda meke

Paş mala we da Çiyayê Yilan e
Bejna tenik tay şîlan e
Çend sal e pey te digerim
Tu bûy gawir ney îman e

Lo wer meke, lo wer meke
Çavê reş min gewr meke
Ez ji dil da yaralî me
Min ra derdan peyda meke

Mala yarê li tay hember e
Rojî avêt sî li ser e
gotîn yare te nexweş e
Ez doxtor bûm herim ser e

Lo wer meke, lo wer meke
Çavê reş min gewr meke
Ez ji dil da yaralî me
Min ra derdan peyda meke

Gotin û Muzîk : Gelêrî
Berhevkar : Ayfer Düzdaş
Herêm : Qoçgirî



14.05.2019 18:55 ~19:02 | bûtîmar