Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cihêzên keçikan] de;

6. mixabin keçikê me yê ciwan, aqil û hişe xwe tiştekî waha nehewce re diwestînin..

haa ez nabêjim hemû nehewce ye. hema lê gellekê wan kara nehewce ye..

yek jî dibê ew qîza ku cihêze xwe amade nekiribe (sîh heb lûfik, bist hev dantêlê fîskosê, çıl cot patîk, oy oy fadîk.. nizam çik nizam çik) dibê ew qiza, cêhatî nîn e, nikare mêrê xwe û mala xwe rêbibe...

û zehv fikrên mîstîk..

yaww çi hewceye ewqas barê giranê badulhawayî didine ser pişta ciwanên me yê qijik!

bihêlin bila kêfa ciwantîya xwe derxin; bila hinekî bigerin, bibînin, him bin.. serwaxt bin serwaxt!

hişê wana yê heçî mayî jî tînin dixine hindirê mîl ê.. patîk ê.. fadîkê

hêrsa min hat yaw

ez idî hez nakim behs bikim..

xelas nabe..

lê şikir weka berê nîn e. ıdî ber baş bûnê va diçe ev rewşa.



01.05.2016 22:10 ~22:15 | bûtîmar

4. Ku dibêjin cihêz; tayê dantêla û patîka tê bîra min. Ez navbera 6 qîza da mezin bum 5 hev ablayê min hene. Wana sibe û êvar dantêl mantêl çê dikirin. Ez dikarim bêjim ku zaroktîya min ören bayan kirînê re derbas bu...

Me dikanan da tayê dantêla nedihîşt.

Welhasıl tişteki bê fayde bu... Ew dantêl hemuşk heta du sal ewil jî disekinîn paşê jî qismeke wan avîtin qismek jî firotin.



26.03.2016 03:50 | bûtîmar