Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çarînên nivîskarên tirşikê] de;

31. çarin nîn e lê tiştekî aha di dilê min da hate xwarê..

dilekî ji min sar hemêz dikim, seqema esrê da milên min dibin cemeda hêviyan..
sîfetekî ji min dûr radimûsim, lêvên min xwe bi heft avan dişûn ji wê stranê..
bihareke zelal î hênik xeyal dikim, çavên min dibin darên bê belg ên payîzê..



30.01.2019 15:58 | bûtîmar

21. ez dibêjim bira, nivîsandina helbesta netirse!

pêşve çûna ziman bi nivîsê ye kê dipirsî bipirse.

ji xwe çerxa felekê kurdan ra nebaş dinvîse

bihêle bila her kes ya dilê xwe binvîse.



12.04.2016 22:41 | bûtîmar

14. Findeya şevê tarî yî tu

Helbesteke arjen arî yî tu

Derî veke binefşa min

mişterîyê derdê te me ez



07.04.2016 00:43 | bûtîmar