Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [empirisîzm] de;

2. Empîrîzm (ji zimanê yewnanî εμπειρισμός, empeirismós, ango ceribandingerî, rêbaza ceribandinê) yek ji angaşt an dibistanên fîlozofî, derûnînasî û dîsîplînên zanistiyê ye.



Bingeha vê kevneşopiyê, di warê zanistiyê de, bi hestên mirov bawerîanîn e. Empîrîzm li dijî teoriya rasyonalîzm (rastîparêzî) e. Gorî rasyonalîstan zanînên mirov ji hişmendiya mirov tê. Lê bi ya empîrîstan zanînên mirov ji hestan tên û bi wan diyar dibin.



Li gorî empîrîzm (bnr: ceribandingerî) yê hişê mirov da bi zayîna mirov da tu zanyarî, agahî tinne ye. hişê mirov dişibe lewheyek e vala(tabula rasa).

Piştî zayînê meriv û heywan dijîn û diceribînin

heta ku hin dibin.

Minak: Zareke piçuk nizane agir tiştekî şewat e. Jiyana xwe de diceribîne û tecrube dike, dibîne ku agir canê meriv diêşîne.



-çavkanîya zanistaya mirov 'ceribendin' e .



20.04.2016 19:48 ~20:24 | bûtîmar