Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [serhed] de;

17. herêma ku îro li gelek bajarên wê berf barîye.
Li Bazîd, gîhadîn, Elajgir, Tetwanê û gundên bilind Cardin erd sipî bûye û hewa jî sar e.
Lê ez zen nakim ku ev berfa hanê li erdê bimîne.. heta êvarê yê bihele xilas be here..



21.04.2018 17:02 | bûtîmar

15. Erê her kes li benda berf, serma û zivistanê ye lê zivistan nayê * û bira ney jî.
li zozan û gundên zehv bilind berf barîye lê gellek bajaran berf hê nebarîye, hewa jî zev xaş e.. qey tê bêjî bihare lew..
em hêvî dikin ku îsal mîsala xwedê da, ev zivistana hanê, wisa germ derbaz be..



27.12.2017 11:19 | bûtîmar

14. Li serhedê Rewşa ziman, weke ku li jor hatiye gotin xerab nîn e.
min peyama 12emîn xand ez şaş mam.

erê peyvên Tirkmancî hene lê ne ewqas jî..



17.11.2017 23:18 | bûtîmar

11. îsal hê berf nebarîye nav bajar û navçeyan..
hersala van çaxana berfê her der dorpêç kiribû..

hindik maye..
sîpan û glîdaxê fistanê spî li xwe kirine..
berf bere bere nav zozanan ra berjêrê jêrê dibe.
milet haziriya xwe kiriye; masiyên şor, tirşîn, kelem, kartolên çehlkirî, şûşeyên turlî, kundir, fasûliyên zihakirî, komir, darê şewatê, (êzing), kincên zivistanê, qoçix, bot, goreyên rîs (bi devoka serhedê: gorê rîs )
, Patîk, çûyîna xwazginiyan ên dawiyê, debar ji bo heywanan; ka, kuspe, ceh, qûtê mirîşkan, nizanim çend ton komir, dar, sergîn, sobeyên agir û sobeyên ceyranê, sûaxkirina dîwarên malan, saxlemkirina ser banê avayîyan, kontrolkirina pace, borîyên sibê û dûkêşê..
sîh torbe ar, çar debo rûn, sê torbe şekir, çar torbe savar, birinc, pîvaz, kartol, kelem... çend ton kuspe, ka.. rêyên gundan ê çend meha girtî bin..
hazirayî temam e.
her kes li benda berfê ye.


xweza.. ?
qey tê bêjî îsal dilê xwezayê tineye xwe hazirê zivistanê bike...
Daran belg nîv nîvî daweşandin.
hine qîha ji nû ve şîn bûn.
nava rojê
Bihareke xapînok rûyê axê radimûse.
lê êvarê heta şefeqê, şefeqê heta ber destê nîvro,
Demsal Hişyarîyên zivistanî dide xwezayê..
dibêje hoyy!
ez îsal dereng têm lê hişê xwe hilde serê xwe û xwe rind amade bike!
ez ê werim..



16.11.2017 21:38 | bûtîmar

8. niha vira berf dibare.
Berfa zivistanê a ewilîn 1ê mijdara 2016an da barî bû.
Niha 9ê nîsana 2017 yan e hê dibare hê dibare!
6 meh zivistan!
Bimbarek tê idî naçe.
heta hewa xaş be dîsa berfê bibare jixwe.

îsal mîsala xwedê da me bûz girt yaw:(

kuro germ nabe yaw!



09.04.2017 22:40 ~22:41 | bûtîmar

7. Ez niha li panosê me. Li vir wisa sar e, wisa sar e! idî kuçik dicemidin..
idî hişê termametreyan tevêhev dibe*
îro nava rojê min carekî termometreyê nihêrî -15 derece bû!
Lê tişta xaş ewe ku ber sermayê dengê çinge çinga dawetan tineye*

werhasil serhed sar e.

(bnr: zivistana serhedê)

(bnr: agir dibare) *



07.12.2016 20:38 | bûtîmar

4. li ser deşta milazgirê re çiyayê sîpan hefteyek ewil destpê kir xwe bi berfê va xemiland. Qey te yê bigota tûwala hunermendekî bû û xêza destpêka berfê bi qelemê va hatibû xêzkirin..

berf, 1/3 ên çiya pêça bû û çiya di nav sûka panosê de gellek baş xuya dibu.



niha ev çend roje şilî dibare û sar e, bo serhedê ev dengê pîyên zivistanê ne.

dibên îsal yê zêdetir sar be û zivistanê jî zû destpê bike.

gel jî hêdî hêdî amadehiya zivistanê dike.



lê ev serma hê jî çinge çinga dewetan re nebûyê pirsgirêk *

sibê heta êvarê bagîyê hoy bagîyê.. *



24.09.2016 11:12 | bûtîmar

3. ev wêne jî min re hate şandin, hefteyek ewil li wanê hatîye kişandin.

bihar yeca li serhedê tê..

Here lînkê



26.04.2016 01:32 | bûtîmar

2. ka ez kêjanî bibêjim ? tenê navê wê têra kelecanê heye:



behra wanê, berfa bilîsê, bûka gelê min çîyayê sîpanê yê warê evîna sîyabend û xecê, çîyayê agirî yê cihê şergele ya, deyşta mûşê, bazîd û ahmedê xanî, misk û feqîyê teyran, agirî û dengbêj şakiro, karapatê xaço, nîzamettîn ariç, panos û hozan serhad, mûş û delîl dîlanar...



keledoş, nanê tendûrê û masîyên şor û savar, girara esrê, paletî . . .

xwezî gulmek huzûr û aramî jî bidana meriv ku me têr mirazê xwe welatê xwe ra bikira..



26.04.2016 00:59 ~01:26 | bûtîmar