Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [me welatê xwe reş kir yê xelqê şên kir] de;

1. rojekî ez û hevalekî xwe em otobêsa şeredariya sakaryayê siwar bûn, camêrekî 55-60 salî hat pêşîya me rûnişt. selam da yê kêleka xwe, yê kêleka wî selama wî hilneda û cîhê xwe gûhart. (xeberdan û kincên camêrî va kifş bû ku kurd e.)

min û hevalê min me mesele fehm kir û me cîhê xwe dayê, hat şûna min, kêleka hevalê min rûnişt.

heta em peya bûn ewî derdê xwe got û got..

35 sal e mala wana li mûşê hatiyê sakaryayê.. hingî hatine miletê sakaryayê tilîya xwe dev û çavên wana ra kirine.



axirîyê da ewî go hûn hê ciwan in ezê wera şîretekî bikim hûn guhêxwe re bikine guhar

me go xalo kerem bike

go bila meriv li welatê xwe bijî hema bila meriv birçî be.

me welatê xwe koç kir em hatine vê derê em înşeata da xebitîn me welatê xwe reş kir yê xelqê şên kir

..

paşê jî me destê wî paç kiribû û em peya bibûn.



26.06.2016 23:43 ~23:45 | bûtîmar