Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xapîn] de;

2. stran di destpêkê de meriva dixe xewneke şêrîn û bi tehm..
dibêje lê gulê mirî ranabe.. meriv dixaze xwe bi xewa mirinê xe û heta dawiya dawiyê razê..

paşê meriv bi vê gotinê va dibe şervanekî bêxew î westiyayî..
lê ez raviyam şer zor e..
û meriv dewamê wê xewê dike..
mîna rêwîtîyeke şevan.. êşiqê gundan ji dûr ve diçirisin..
xew, xew. diha xew diha xew...

lê hê piçek derbas nabe, di deqeya 3.20an de di binî da bingeha muzîka bi şoş hêdî hêdî te ji xewê hişyar dike.
dema ku tu tam ji xewê hişyar dibî,
barana derew dibare
lê ev ne strane,hewar e
rastî li destê te xwar e
ez şewitîm,nebê sar e
ay lê lê way lê


û muzîka dawiyê a bi coş û xuroş.. (4:10 - 4:50)
meriv dibe nav esmanan...
difirîîî..
dengê elektrogîtarê bi kezeba meriv ra çik dibe!





18.10.2018 22:39 ~22:41 | bûtîmar