Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dîlberek] de;

2. eva jî xwendineke helbestê a xweş:





04.05.2017 23:32 | bûtîmar

1. (bnr: mele ebdullahê teraşî)

DÎLBEREK


Dîlberek min dî di xew da

Dîm wekî bedra şefeq da

Te ez kirim dîwan û sewda

Ax gelo derman heye




Dîm wekî bedra hîlal e

Şûle ye bi husn û cemal e

Nezerek bo min helal e

Min diye fetwa heye




Nezerek da min hebîbê

Kuştime bi tîra reqîbê

Way li halê min xerîbî

Rûreş û şermende me




Rûreş im dûr im ji babê

Sohtime bi mislê kebabê

Ray li halê min qet nabe

Emr û fermana te ye




Dîlbera´m ji takê nîhan bû

Şûle bû ji nûra Xuda bû

ê ku dî rih lê nemabû

Derdekî bê lome ye



24.10.2016 13:30 | bûtîmar