Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mûmên dêran] de;

1. kêfa min zehv ji mûman re tê. Ji wan mûman de nemaze yên dêren hez dikim.
bêhneke mîstîk ji wan tê. ku dêrekî dibînim xwe diavêjime hindir. Ku waxtê diayan be guhdar dikim. (Naweya diayên wan pir xweş in) û çend mûman dikirim. Yekî vêdixim û çik dikim. ên din jî hin êvaran ceyran neçin jî lembeyan ditemirînim û li ber siha wan mûman pirtûk dixwînim, nigaran çêdikim an jî ji xwe re rûdinêm.

Lê ev çendeke ez li cem malbatê me naxwe ez vê artîstiyê bikim *
lê min îro dît xwîşka min di odeyê de lembe temirandiye û li ber ronahiya mûmekî ders dixebite *
mi go weleh ezê jî mûm vêxim. Mûmên ku min heta niha li dêrran hildabun wek koleksiyonekî * min ew derxistin. Ezê sibê dusibe şevên artîstîk û mîstîk bijîm ji xwe re *

(cîya min ê bifikire ku em dîn bûne* )

hun jî biceribîn. (nekenin. tiştekî xweş e)..



30.12.2016 00:47 | bûtîmar