Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji tirkiyê teqizîn] de;

20. xastekeke bi cî da ye.
li tirkiyayê ne hişê me azad e ne fikrên me ne jî bedena me.
hetanekî em di vir da jî peyameke piçûk dinvîsînin em dibêjin gelo tiştekê were serê me yan na..?..
em derva nikarin sohbetekî bikin; wexta hine peyv ji devê te dertên, merivên devdorê te dizvirin te dinhêrin.

milet wisa tijî bûye, tu dibêjî qey me'niyan digerin ku qirika hev bigrin.
bi taybetî jî tirk ji aliyê tv, rojname.. an ve zehv hatine tijîkirinê.
zaten îmana wana ya tineyî ji me diçû, vê carê destê wana were yê me post postî kin.
ez bi awayekî fişalkirî nabêjim. birastî jî wisa ye.

bedena me jî azad nîn e. sektora taybet da heftê da 6 roj xebat heye. hê hine caran 7 roj.
ber vê yekê tu nikarî xwe ra tiştekî bikî.
herî partiyekî, çalakiyekî, semînerekî, konserekî, hetanî nexaşxaneyekî...

rewş çiqa diçe ber xirabbûnê da diçe.
madem em nikarin rast kin, em ê lêxin herin.
bira wana ra be.

welle kurdên ku zûda çûne dîasporayê, xwe ra kêf dikin.
qedexekirî nîn in, zarên wana qe nebe bi îngîlîzî û zimanên avrûpayê jî hîn dibin.
lê yê me?
ne mutlu patatesim diyene!



27.10.2017 15:44 | bûtîmar