Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dilê min bû bahra belek] de;

1. strana şivan perwer a ku ezê van rojên pêşiya min da hezar carî li ser hev li ser hev li ser hev guhdar bikim e *

çi straneke xweş e laaw!
şaheser e şaheser!
gotinên wê jî zev xaş in.

kerem kin stran:




û kerem kin gotinên stranê:

dilê min bû behra belek
te av jê vexwar gelek

cîran ezê te bigrim
bira biteqe felek

cîran wa diçim sûkê
ji ter bînim xemla bûkê
de tu ê rabe li xwe ke
bibe bûka kerkûkê
de tu ê rabe li xwe ke
wek kevokek duhokê

de rabe cîran rabe
rabe êdî em herin
bira fesad û nerind
êdî ji me bigerin
de rabe cîran rabe
rabe êdî em herin
bira fesad û ewan
êdî ji me bigerin
cîran cîrana min
tu rind e li ber dilê min
cîran cîrana min
tu xweş e li ber dilê min

dilêm bû behra wanê
çem û kanî av danê
xwezî bi teyra baskbelek
li ser serê sîpanê
xwezî bi siyabend û xecê
dimîne li ser sipanê

cîran merhema dilan
bi şev were nav gulan
cîran melhema dilan
bi tenê were nav gulan

bira kes te nebînin
dikevin nav du dilan
destê te bigrim biçim
ba pêşmergên kurdîstan


de rabe cîran rabe
rabe êdî em herin
bira fesad û nerind
êdî ji me bigerin
de rabe cîran rabe
rabe êdî em herin
herwek şivan dibêje
ewan ji me nagerin
cîran cîrana min
tu rind e li ber dilê min
cîran cîrana min
tu evina dilê min.



têbinî:

min tiştek ferq kir.
di nakaratê da, şopa strana nêrgîz a ku seîd yûsiv dixwîne heye.
îhtimala bilind, şivan di wir de di binê bandora vê stranê da maye.
hun dizanin ez çima dibêjim şivan binê bandora nêrgiz da maye, çima nabêjim seid yusiv di bandora şivan da maye?
ji ber ku ihtimaleke bilind, strana nêrgiz, gelêrî ye.
yek jî barikem sseid yusiv pêşiya şivan xandiye.
werhasil dişibe ha dişibe *
guhdar kin, honê heq bidin min..

herduk jî stranne xaş in,
kurdî xaş e,
canê min qurbana vî zimanî.
oh dilêm rihet bû... *



26.11.2017 16:29 ~16:31 | bûtîmar