Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cerbeze] de;

1. peyveke erebî ye.
tê wateya xweş axivînê.
"Bi awayekî xweş û herikbar xeberdan.."

di eslê xwe de ji koka peyva carbaza tê.
carbaza jî tê wateya hilebazîyê.
hunê bêjin kuro hilebazî li kûû.. xweş peyivîn li kû?..
bersiv: di eslê xwe de bona kesên ku bi hîle û fêlan ve gotina xwe galeb dikin re tê gotin.
yanî ji bo ku gotina wan ser bikeve, bi hezar çeman avê tînin û gotinê dixemilînin... Cerbeze dikin.

ez vê peyvê teze hîn bûm. idî ezê di kemînê da bim da ku ortamekî da bikar bînim.

mînak :
"..kuro bese cerbeze bike! zû bêje eslê meselê çi ye?..



09.12.2017 23:46 | bûtîmar