Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [derman] de;

1. helbesteke kamuran alî bedirxanî ye.
helbesteke zehv zehv xweş e.
yunus dişkayayî jî zehv zehv xweş şirove kiriye.



havîna dilê min
ava sar dixwaze
buhar e û dinê
bi govend û saz e

heyv û stêr bi ruhnî
meqaman dibêjin
sînga min tejî ye
derdên min dirêj in

dinê dibiriqe lê
eniya min tarî
çem xweş diherike
dil bê arîkarî

ne girîn û ne qîr
birîna min kûr e
bêgef im dimeşim
çiqas ev rê dûr e

pora min gewr bûye
dest û zendên min sar
ne tenê dil û kezeb
hestî jî birîndar

destê dijminan de
welatê min qurban
jiyîn çi bû ji min re
êş, arihan û jan

dil, sîng şewitî ne
şabûna me girîn
xebat derman dide
ji bo derd û birîn



02.10.2018 12:16 | bûtîmar