Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gotinên pêşiyan] de;

476. (bnr: merivên hûr sîha xwe ya esrê ra zehv şa dibin)



08.12.2021 13:13 ~13:14 | bûtîmar


414. (bnr: qûna ku bêje ez ê birîm wê birî)



07.05.2020 00:47 | bûtîmar

393. (bnr: hesp dibeze sîyar pesnê xwe dide)



27.10.2018 23:13 | bûtîmar

392. (bnr: siba xweş di sibê de xweş e)



27.10.2018 00:19 | bûtîmar

388. (bnr: kerên sist tirê şidiyayî dikin)



19.04.2018 02:06 ~2020.05.20 15:28 | bûtîmar

385. (bnr: şahidê rovî dêla rovî ye)



23.03.2018 11:20 | bûtîmar


379. (bnr: birîna li hevala tîra li kendala)



06.01.2018 10:18 | bûtîmar



363. (bnr: axrî aqûbet heta devê gorê)



01.01.2017 14:49 | bûtîmar

362. (bnr: mirî bixêr be mirîşo bixwe tê)

(bnr: mirîşo)



28.12.2016 18:22 ~18:22 | bûtîmar


358. (bnr: destek destek e du dest dawetek e)



23.12.2016 22:37 ~2020.04.05 18:43 | bûtîmar


352. (bnr: piçûkê malê kûçikê malê ye) *



08.09.2016 11:35 | bûtîmar

344. (bnr: kurmê darê ji darê ye)



21.05.2016 14:19 | bûtîmar

341. (bnr: şûna şêra kundê kor e)



16.05.2016 22:43 | bûtîmar

337. Newroza Sultanî

Darê gopalê xwe hilanî

Bihar û zivistan ji hev deranî



14.04.2016 23:21 | bûtîmar

327. (bnr: ava xwestî naçe hestî)

Hefteyek ewil hevalekî min ê xelqê xîzana bedlîsê hînê min kir.
Dibê ku yekî av xwestîbe, bi formalîteyê dirêjê merivê civakê dike. Ahan wira da yek jê re bêje "ava xwestî naçe hestî."
ew gotina, li ser qenepeya xwe dirêj dike û kefa xwe dinhêre *

Yanî dikeve şuna "afiyet be bavo, te xastîye, tê vexwî"



31.03.2016 14:53 ~2020.05.20 15:29 | bûtîmar

320. -Şêr şêr e çi mê çi nêr.



-kuçik kuçikê me ye lê diçe li ber derê xelqê diewîte.



-jin jin gotî mêr mêr gotî

(ev gotin her çiqas jî xaşa hinek hevala neçe jî gotineke aha li ba me heye (serhed))



26.03.2016 16:18 | bûtîmar

319. "-ez bum gur min malê dinê xwar; min çîyê te xwar?."



26.03.2016 16:11 | bûtîmar

318. "Dê û bava hezar tillê dikevin"
Maneya "tilîyê desta hemu ne yekin" eynî ye.


An jî: Memed Uzun jî nivîskarê Kurd e û Muhsîn Kizilkaya jî.
êê pîr û kalên me zehv xwaş gotîne.



26.03.2016 16:09 ~2020.10.25 21:19 | bûtîmar


316. (bnr: paşîpenîya min zikê te be)

Ku du mirov hev ra dikevîne munaqaşayê yek yekî tehdît bike yê/ya din jî dibêje:
De bike em te bibînin. paşî penîya min zikê te be.



26.03.2016 15:58 ~2016.12.07 20:18 | bûtîmar

315. Jin bavê! Jin bavê! Ez birçî me ber dolabê.



Meseleya vê gotinê aha ye: Dibêjin keçikek hebuye dayîka wê dîçe ber rehma xwedê keçik dimine li ber destê jin bav ê.

Keçik birçî dibe dibêje

-Jin bavê jin bavê ez birçîme ber dolabê

Lê jin bav keçikê dixapîne dibêje:

-bavê te çuye genim bavêje erdê. Bila were ezê nan bidime te.



Çend roj derbas dibe keçik hê birçîye û disa dibêje:

-Jin bavê jin bavê ez birçîme li ber dolabê

Jin bav: Bavê te çuye gîha bidiru bila gîha bidu bine emê biherine aş bihêrin bînin têxine ar; ar jî têxine nan û buxin.

Lê qîzik disekine û disekine bavê wê nayê dîsa dibêje:

- Jin bavê jin bavê ez birçîme ber dolabê

Jin bav: Bavê te rêdane tê.

-Jin bavê jin bavê ez birçîme ber dolabê

-...

...

Dawîyê da keçik jî birçîna diçe ber rehma xwedê.



Bi vê hîkayetê da gere em xwe ra mesajeke civakî û ferdî derxînin:

Ku heqê mirov hebe gere mirov stûyê xwe ber bê bexta xwar neke. Gere mirov heqê xwe here bi xwe hilde. Ku meriv xwe bavêje ber bextê bê bexta; merivê zehv belengazî bikişîne.

Qusurê mêze nekin hinekî dirêj bu *)

Beyanî baş..



26.03.2016 15:43 ~15:45 | bûtîmar