Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kulîlkên ezêb] de;

9. helbesteke kamuran alî bedirxan e.
herwiha navê pirtûka wî a helbestan e..

temo nasir bedirxan zehv xweş şirove kiriye. dilê meriv dişewitîne leww.
jînê ez xapandim, min kes ne xapand





ez bes te maç dikim; bi lêvên xewnê
evîna te kûr e, hêviya dinê

birûskên çavên te; wek gewherên ecêb
çavên te yên zelal; kulîlkên ezêb

maça şêrîn; ko lêva te bi min da
ez birîndar kirim û bi min ve da

çira dişewite; zimanekî zêr
her pê ronî dibe, nimêjgah û dêr

bo tihniya dilî; lêva te kanî
ji xewna çavê re; te sorgul anî

dilê min mizgefta bêdengî ye; sar
havîna min bê sih, rêlên min bê dar

mehfûra mirinê min bi ken raçand
jînê ez xapandim, min kes ne xapand

jînê ez xapandim, min kes ne xapand



01.10.2018 14:34 | bûtîmar