Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojnivîsk] de;

12. du roj ewil ez û hevaleke xwe li daxkapiya Amedê em ketine dikanekî.. hevala min bi kurdî cixare xwest.. mêrik spas kir.
Em şaş man.
hevala min got "we çima spas kir? min kurdî xeber da lewma?"
mêrik got "belê"
ez û hevala xwe em mat man.
paşê mêrik ez qest kirim, got "heval naşibe Kurdan, min dît ku yekî mîna wî kurd e, ez pê re kêfxweş bûm..."
Min jî bi laqirdi bi Tirkî min got "min fahm nekir?"
mêrik bi Tirkî dîsa hat werger bike, min dîsa bi Tirkî got jixwe ez kurd nîn im.
paşê ez keniyam û min got ez kurdekî xas ê ji serhedê me.
Mêrik dîsa şa bû û em li dikanê derketin.
Lê dilê mêrik tunebû ku me berde..
Me bi zorekî xatirê xwe xwest û em ji dikanê derketin çûn..

ey rojnivîska delal.
li paytexta me jî ku rewş hatibe vê sirê.. dêmek em ji zû da têk çûne û haja me ji me tuneye.



12.09.2018 01:45 | bûtîmar