Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hola êzîda

profîla "hola êzîda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kafir] de;

13. dî îslamê de ji kesên ne misilman re tê gotin. kî îslamê qebûl neke, kî nebe misilman yan kî terka îslamê bike, ew kafir e. li gorî îslamê, cihê kafiran cehnime ye. hemû kafir cihê wan cehnime ye û deriyê cinetê ji wan re girtiye, tenê ji bo misilmanan re vekiriye. ji ber ku tenê îslam dînê xwedê ye, yên din hemû ne dînên xwedê de û li ser riya ne rast dimeşin. quran wisa dibêje, hedîsên pêxemberê wan dibêjin. gelek misilman jî wisa dibêjin. gelek misilman jî dibêjin ku îslam vî tiştî nabêje, dibêjin îslam kesên xeyrî-misilman ne kafirin.



2016.11.24-21:45 | hola êzîda

8. em ayetên quranê venaşêrin. (bnr: dojeh di ayetên quranê de)



2015.06.23-01:36 | hola êzîda

6. Ilmê êzîdiyan dibêje "xwedê yeke, dergeh hezare". yanî kesê ne êzîdî jî dikare bawermend be. ji êzîdiyan re gunehe xwe û dînê xwe ji xelqê û dînên wan çêtir bibînin. Lê ez rebê xwedê xwe çawa ji wan kesan çêtir nebînim, yên ku dibêjin êzîdî kafirin? Ê velevkî ez ji wan çêtirim



2015.06.22-22:54 | hola êzîda

3. li cem silmanan kesên ku ne misilmanin. û ev jî bi xwe re tîne, ku gelek misilman xwe ji ne-misilmanan çêtir bibînin tenê ji ber ku ew misilmanin û yên din na.



2015.06.22-18:52 | hola êzîda