Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hola êzîda

profîla "hola êzîda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ihtimal, ne ixtimal] de;

15. ihtimal an jî ixtîmal. herdu jî rastin. yê ku dibêje qey tenê yek ji wan raste, wî/wê bi xwe fêm nekiriye ziman çi ye. kurmancî nebûye standard, her çendê jî prosesa çêbûneke zimanê nivîskî hebe jî, lê ti dezgehek fermî ku ji hemû aliyan ve were qebûlkirin tuneye. ziman bi demê re diguhere û gelek peyv ji zimanekî derbasî zimanekî din dibin. ez bawerim ku "ihtîmal" ji erebî hatiye. û gelek peyvên esil erebî nav kurmancî de hene ku di kurmancî de şêweyek ji şêweya wê di erebî de cûda girt. ev tiştekî pir normale. herin li tirkî jî binêrin, hûne gelek gotinên esil erebî bibînin, lê di tirkî de şêweyek din girtin.

ez niha mînakan nizanim, lê ez baş dizanim ku hûn tirşikvanên misilman xwedî pirtûka dînî ya erebî dikarin gelek mînakên peyvên erebî bidin ku derbasî tirkî û/yan kurmancî bûne.



05.11.2015 17:26 | hola êzîda