Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hola êzîda

profîla "hola êzîda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îslama bê hedîs] de;

6. û ji bîr nekin ku şafîîtiya kurdan jî betal dibe eger hedîs betal bibin. û hinekî ser bifikirin ku ev yek ji bo we tê çi wateyê.



14.01.2016 16:33 | hola êzîda

5. di yek ayeta quranê de jî naye gotin ku hedîs qedexene. behsa "vê kitabê" dike ku gotina xwedê ye, hedîs quranê betal nakin û şûna wê nagre. hedîs tên bikaranîn ji bo zelalkirina quranê. eger ji ber nakokî an ne pêbawerî hedîs bê redkirin, ev tiştekî din e, lê nikare bê gotin ku quran hedîsan qedexe dike. ev xwexapandineke mezine.



14.01.2016 16:30 | hola êzîda

3. xweneke xweşe ji bo reformîstan, lê dûrî rastiyê ye. wan fêm nekir ku eger hedîs rabin çi tê guhertin û kîjan nakokiyên nû derdikevin. mînakek, eger hedîs rabin, hemû konteksta dîrokî ya quranê tê rakirin. wê gavê kesek nikare bêje "te vê ayeta quranê fam nake ji ber ku tu dîroka li pişt wê nizane".

gelekî dûrî realitêyê ye ku rojeke "îslama bê hedîs" bi ser keve.



14.01.2016 11:41 | hola êzîda

1. tevgereke îslamî yê biçûk e û di dîrokê de teze ye. ji wan re tê gotin quranîst, yanî tenê quranê wek çavkanîya îslamê qebûl dikin û hedîsan qebûl nakin. ev tevger xwe weke reformîst dibînin û dixwazin civaka îslamê ya diniyayê (bnr: ummet) reform bikin.

pirsa ku divê em tirşikvana bikin: ma îslama bê hedîs dibe? betalkirina hedîsan betalkirina dîroka îslamê ya 1200 salane, betalkirina fikir û baweria bi sedan milionan misilmana ye, betalkirina makezagonên dewletan e (îran, siûdî ...) û .....

û betalkirina hedîsan bi çawa dikare were qebûlkirin? quran bê hedîs dikare were şîrovekirin? quran bê hedîs dikare were fêmkirin? Ji bîr nekin, eger hedîs betal bibin, divê hemû hedîs betal bibin, ne tenê yên ku kêfa merov jê nê.

û eger hêdis betal bibin jî, gelo eger quran tenê bimîne, wê encamak bêtir hûmanîst û gorî mafê mirovan derkeve? yan ayetên quranê jî hene ku divên bên betalkirin, daku rê li ber terorîsma dînî bê girtin?

Werhasil, gelek pirsên din jî hene, sebra min tune ez binivîsim, ji xwe hûn misilman in û ev ewil pirsgirêka we ye. lê rica dikim hûn çare bikin, ji ber ku we misilmanan di dîrokê de nîya me êzîdiyan û em êdî dixwazin azad bijîn.



13.01.2016 11:29 | hola êzîda