Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hêvî

profîla "hêvî "


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [balada girtîgeha reading ê] de;

2. helbesteke dirêj a oscar wilde ye ku di heman demê de navê pirtûkê ye jî. pirtûk ji wê helbestê pêk tê. oscar wilde, di sala 1895 an de dikeve girtîgeha readingê. 2 sal ceze lê hatiye birrîn. di sala 1896 an de kesekî bi navê charles ellen dikeve vê girtîgehê. charles ji ber kuştina jina xwe dikeve girtîgehê. charlesê ku di mehkemeyê de cezaya îdamê lê tê birrîn, 3 hefta bi wilde re di heman cihî de dimîne. li gor gotiyan wilde ilhama helbesta xwe ji vî camêrî distîne. wilde dibe şahidê îdama wî û ev yek tesîreke mezin lê dike. pişt re wilde radibe vê helbestê dinivîse, helbest di 2 salan de diqede û di sala 1898 an de tê çap kirin. lê di çapên ewwil de navê wilde ne li ser e. pirtûk gelekî tê ecibandin û di 2 salan de 7 caran tê çap kirin. dema em li nameyên wilde yên beriya çapkirina berhemê dinerin em dibînin ku wilde ji helbesta xwe bawer e û bi vî awayî behsa xweşikiya wê dike. tevî ku helbesteke gelek dirêj û hema bêje temamê wê xweş e jî du bendên pêşî yên ku jan axîn jî kiriye stran bêtir tê nas kirin û ji gelekan heye ku ev temam ê helbestê ye.



11.11.2018 01:06 | hêvî