Tirşik - Profîl
tirşik-profîla sloujouc

profîla "sloujouc"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdên stenbolê] de;

3. Li jor hatiye gotin ku ew ji xeynî axaftinê bi kêrî serî pîvazê jî nayên lê ev ne rast e. Kurdên stenbolê yên ku min dîtine nexasim yên ku temenê wan ji 25ê biçûktir baş bi kurdî nizanin. Yên ku dibêjin em bi kurdî zanin yan Kurdiya wan qels e yan jî naxwazin bi kurdî biaxivin (yên ku naxwazin biaxivin piranî keç in), tenê di malê de bi dê û bavê xwe re bi kurdî diaxivin lê bi bira û xwişkên xwe re bi tirkî. Herwiha piraniya xortan karkerên avahiyan in û keç jî li malê heya evaran li programên zewacê û rêzefîlmên tirkan temaşa dikin. Yên ku mala xwe bar kirine stenbolê piranî xizan in û rewşa wan jî ji ber vî sedemê ye. Hinek kurdên dewlemend jî hene ku li stenbolê dijîn lê rewşa wan baştir e. Hemû zarokên xwe didin xwendinê û xwediyê kar û jiyaneke baş in. lê yên dewlemend ji ber ku ji zûde ye mala xwe bar kirine, qet bi kurdî naaxivin. Heta hin kes hene ku bi zarokên xwe re bi kurdî xeber nadin da ku ew fêrî kurdî nebin. Hezar mixabin rewşa kurdên stenbolê bi vî awayî ye lê dibe ku kesên istisna jî hebin.



14.07.2017 20:22 | sloujouc