3. min aniha fêm kiriye ku ji bo kurdên tirkiyayê tiştekî 'qaçinilmaz' û normal e. 2 - 3 sal pêş de ez gelek li ber diketim dema ku min kurdekî kurdînezan didît. bi rastî ew hest piçekî liberketin û piçekî jî hêrsbûn bû. kurdiya min jî berê qels bû, bi qasî 5-6 sal berê min bi kurmancî fêm dikir lê dema ku bi kurmancî xeber dida qiseyên min tê tijî peyvên tirkî bûn. kurdiya min li gor min hê jî kêm e, lê ya niha ji ya berê baştir e. wî salê min çend pirtûk kirîbûn û her roj li ser wan pirtûkan çavên xwe diwestand heta ku min fêm kir. fêrbûna kurdî bo min hinek zehmet bû lewma dema ku min kurdekî kurdînezan ditît hêrs dibûm ji ber ku min di dilê xwe de digot 'çima ez ketibûm wan zehmetiyan bila ew jî fêrî kurdî bibin, ew jî bikevin wan zehmetiyan' |
|
13.03.2018 03:26 |
sloujouc
|