Tirşik - Profîl
tirşik-profîla sloujouc

profîla "sloujouc"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [biryara bi hev guherîna tîpên ‘q’ û ‘k’] de;

3. di fransiyê de tîpa 'q' weke bi tirkî 'kü' tê xwendin lê tîpa 'k' weke 'ka' tê xwendin. lewma celadet beg tîpa 'q'yê weke 'k,ك' û tîpa 'k'yê jî wekî 'q,ق' daye xwendin. heta hejmara 24an wisa bû, 'qurd û qurdistan' dihat nivîsandin dewsa 'kurd û kurdîstan' de. lê di hejmara 24an de, ku di 1 nîsan 1934ê de hatiye weşandin, ji bo agahdarkirinê nivîseke hatiyê nivîsandin:

"K-Q
Di elfabêya me de ev du herf bi hev guhêrîne: «k» ketiye şûna «q»ê, û «q» ketiye şûna «k»ê."

û piştî vê nivîsê, bi mijarekê bi navê 'kurd û kurdîstan' berdewam dike. herwiha tê zanîn ku heta hejmara 24an du elfabê, erebî û latînî, lê di hejmara 24an û şûn de tenê elfabêya latînî hatibû bikaranîn. meriv dikare bibêje ku di standardên kurmancî de ji sala 1934an vir de zêde guherîn çênebûye.



13.01.2018 16:09 | sloujouc