Tirşik - Profîl
tirşik-profîla sloujouc

profîla "sloujouc"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurd zarokên xwe hînî kurdî nakin] de;

3. meta min jî yek ji wan e. tê bîra min bi qasî 10 sal berê wexta ku meta min hatibû mala me, ji me xwestibû ku em bi zarokên wê re bi kurmancî xeber nedin. çar pênc zarokên wê hene ew hemû bi tirkî mezin bûn, diya wan tim bi wan re bi tirkî dipeyivî. bi qasî 3-4 meh berê min kurê meta xwe dît, ew bi tena serê xwe hatibû mala me û dema ku min ji diya xwe tiştekî bi kurmancî pirsî, kurê meta min bi tirkî bersiva min da. pêşî min bawer nekir ku wî fêm kiribe lewma min çend pirsên dî jî ji wî pirsî lê eşkera bû ku wî dikaribû fêm bikira. digel ku diya wî qet bi wî re bi kurmancî nedipeyivî jî, diya wî û bavê wî bi hev re pirranî bi kurmancî dipeyivîn ne tenê dê û bavê wî lê di derûdora wî de gelek kes hene ku bi kurmancî diaxivin lewma aniha dikare fêm bike. xuya ye ku wî jî guh daye kurmanciyê ji ber ku tenê ew dikare fêm bike birayên wî qet fêm nakin. ez jî nizanim ji ber vê şa bibim yan xemgîn.



21.02.2018 00:58 | sloujouc