Tirşik - Profîl
tirşik-profîla sergijik

profîla "sergijik"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojnivîska tirşikvanan] de;

72. rojnivîska şirîn, îro tişteke ecêb hat serê min* min beriya mehekê ji dikaneke emlakê re gotibû ji min re maleke bêhnfireh û nêzî dibistanê lazim e. eger we yeke wisa peyda kir, hûn li min vegerin ez ê kêfxweş bibim. îro ber bi êvarê telefona min lêxist. ya digerî, kesekî ji emlake bû. got: "mamoste merheba , min ji we re maleke şirîn dît. eger keysa we pê girt niha werin binhêrin." min jî xwe amade kir û derketim lê min nexwast tenê herim wê derê. lewma min got ez ya baş gazî hevalê xwe yê îrfan bikim. ji ber ku him mala wî nêzî wê taxê bû him jî ji karên wiha fam dikir. min telefon lê kir wî hilda lê tişta ecêb wî, min nas nekir û dengê wî jî hinekî cuda dihat. min got ez evîn... baş e ku hatim bîrê * got: "bibore, telefona min xera bibû ji ber wê hejmarên tê de tev jê çûbûn" ( ruhê min ji vê virê diçe. mirov bi durustî bibêjin min hejmara te ya telefonê heşibandiye ez ê qet aciz nebim lê dema wiha tewş diaxivin bêhemdî kenê min tê) min jî got ne mesele ye. piştî kêf halê wî pirsî min got eger guncav bî gelo dikarî bi min re werî ji bo dîtina malekê. wî jî xwedê jê razî, got helbet serçavan û serseran... û me cihek nişan kir ku em li wir hev bibinin. piştî ez hatim wê derê min dît îrfan amîda ber bi min ve tê. min jî di dilê xwe de got çi rasthatineke xweş..* û ez sekinîm, min destê xwe dirêj kirê û got merheba. piştî çend gotinan min xwest xatirê xwe jê bixwazim û min got ez li benda hevalekî xwe me lewma divê ber bi wî ve bimeşim, bi xatirê we.. lê wî bi ruyekî ecêb min dinêrî û got:" va ye ez hatim, ma te negot em ê li malekî binerin?" piştî vê gotinê wek ku tasek ava sar li ser serê min de hatî xwarê min şaş û metel lê nêrî û nezanî dest û piyê xwe daynim kû derê. erê, rast e min ev tişt gotibû lê ji îrfanekî din re* ax rojnivîskê! wekî ku te jî fam kir, min bi şaşî cihê ku hevalê xwe bigerim, li îrfan amîda geriyabû. di rehbera min de du irfan hebûn. hejmara telefona îrfan amîda bi tesadûfekê li cem min qeytkirîbû. ango me ewqas hev nedinasî tenê me çend gotin kiribû carekî û hew. piştî min ev rizaleta ferq kir, bi dilekî mahçûp dest bi lêborînan kir û hewl da ku wî secih bikim. wî ez fam kirim lê ruyê wî de hîn ecêbmayînek hebû. piştî xatirxwastinê ji wir bi reverev hatim û min irfanê din geriya. min dît erê ev irfan ew îrfan e ango ne îrfan amîda* dengê wî siviktir û ji dil bû. me hev dît û min ji wî re tişta hatî serê xwe vegot em gellekî pê keniyan. lê hîn jî dema ew rizalet, tê hişê min fedî dikim.



2016.08.02-00:34 [guhertin:2016.08.02 00:40]| sergijik

61. merheba rojnivîska şirîn!

ez îro bi zarokên ji nisêbîna rengîn û dêrik'ê hatine re axivîm. min guhê xwe da derdên wan û çend pirs li wan kir.. ji ber ku gellek in, li dibistanê ji bo wan poleke nû hate vekirinê lê mixabin di her astê de, hejmara wan gihiştiye çilî û ew di tevahiya mijaran de jî paşve mane.. lewma dema dikevim dersa wan nizanim ji kû dest pê bikim û ji wan re çi vebêjim.. min ew tekûtekû guhdarî kirin. tiştên wan vegotin, hişê serê mêriv dibir lê ez ê qala wan tiştan nekim. min heta niha ewqas behs kiriye ku devê min qerimî êdî... bi kurtasî rewşa wan a ji min re gotin ev bûn: hin çil kes malekê de dimînin, hin 34, hin 20, 25... wek ku digotin çend malbat dibin yek û wisa ji xwe re malekê kirê dikin. dema wan, qala van tiştan dikir ez li ber xwe diketim lê yeqîn lewma dibêjin: "dinyaya zarokan" ku qet xema wan nebû û tim şiheşiha wan bû.. tiştên hatî serê xwe jî bi laqirdî vedigotin. heta ku carnan bêhemdî ez jî dikeniyam* lê cardin dihatim ser hemdê xwe. tişteke din jî min ferq kir ku zarokên nisêbînê hem jîr hem jî kurdewar in.. hema bêje di navbera xwe de tim kurdî diaxivin. dema ew gotinên wan tên guhê min ez jî tevlî sohbeta wan a şirîn dibim û peyvên ecêb ji wan dibihîzim...



2016.05.05-17:13 | sergijik

57. ev çendek e xwediyê malê, min digeriya ku li qata ez lê rûdinêm temîreke înşaatê heye û wê karkerekê ji bo temîrê bê. dawiya dawî îro deriyê min hat lêxistin. lê lêxistinek çawa? erê, min bihîst dengek hat lê ne bilind ne nizm, ne heye ne tune ye. dû re telefona min lêxist yê digeriya xwediyê malê bû. got: " ew karker li ber dêrî ye. qey hûn li mal nînin? " min piştî telefon girt, derî vekir. û li pêşberê min kesekî jar (zeyif), rûyekî mahcûp û çavên şikestî... hîn min tiştek negot wî bi halekî fediyok çend gotin kir: "qusûrê nenihêrî, ez ji bo temîrê... aciz nebî..." min got aciziya çi, kerem bikin. û min rê nişan dayê. wî solên xwe derxist, da destê xwe û derbasê terasê bû. ji bo ku toza solên wî nekeve malê gavên xwe hûr û baldar diavêt.. çi kubar! di wê dema kurt de hin tiştan bala min kişand. ev karker, kurmancî diaxivî û pir şikestî bû. ne wek yên din bû. çav û mîmîkên wî de hin keser, hin fedîkirin, cardin mahcûbiyet hebû. min got yeqîn ew, ne ji mêrdînê ye. piştî wext hinekî derbas bû ez bi hinceta tiştekê îkram bikim çûm ba wî. û piştî çend pirsan, hînbûm ku wek min texmîn kiriye ne ji vir e. ji rojava ye, ji tirbêsipî.. got: "ez li înşaetekê nobedar im û mehê 1300 lîra distînim. 300'î didim kirê û sê zarokên min hene..." min dixwast hîn bibêje lê çi çare.. divê bixebitiya. kêfa wî ne ya min bû. min ew bi karê wî re hîşt û hatim. dû re fikirîm, gelo ew kesekî dewlemend bûya wî yê dîsa bi dengekî nizm û carekî li derî bida yan wî yê li zengilê bida ? yê dîsa evqas mahçûp bûya di tevgerên xwe de? gelo bi hezar lîrayan çi dike û di nobedariyê de çi difikire, çi hîs dike? ev camêrê tirbêsipî min hestiyar kir îro. hîn teqereqa wî tê. jiyan bê wîjdan e, bê merhemet e.



2016.04.17-14:23 [guhertin:2016.04.17 14:26]| sergijik

49. îro şemî bû, rojeke germ û keskesorî bû. şêniyên bajêr, wek ku ji zûde ye li benda vê rojê bûn xwe avêtibûn li parq û kolanan, kuçe û bin daran... min li pişt pacê bi deqîqeyan li wan nêrî. dawiyê çawa bû niza'm min jî xwe li cem wan dît. dayik, milê wan de pitikên wan û hin jin mêr, dergistî di milê hev de û qîjeqîja zarokan.. hin kes di taldeyekî de hin li ber tavê rûniştibûn. ez jî li kerasihekê.. bêyî ku haya wan ji pê bibe min cardin çavên xwe, zivirand li ser wan. xeynî çend kesan hemû kes bextewar bûn an jî wisa dihatin xûya. lê wisa be jî ne xem e. dibe ku wek john Berger jî dibêje bextewarî ne tişteke domdar be. ew tenê tişteke "gavî" be. herhal em şêniyên parqê jî, wê gavê di hembêza bextewariyê de bûn. lewma dilê me kutekut bû, hew kêmasiya me çend perperok bûn* bawerim, ji erzaniyê ye wekî hemû parqan di vê parqê de jî piranî dendik dihate xwarin û çaya qaçax a di termosan de... ciwanan bi sebreke mezin bi dehan wêne dikişandin da ku biavêjin facebook û filan bêvanê * kal û pîr ên ku di nav her qurçimeke wan de hin tirs, hin poşmanî, hin aramî... dihewandin, li derdora xwe dinêrîn û serê xwe mîna ku gihîştine efsûniya jiyanê ji hev re dihejandin. li kêlekê bêhneke kûr dikişand kalekî din. titûna xwe ya di bêrîka xwe de derdixist, bi tiliyên xwe yên hejhejok dipêça dû re dibir ber lêvên xwe yên tenik.. û li ber dîwêr parsêkekî ecêb.. ecêb bû çimkî li tu kesê/î lavayê nedikir. tenê bê seda li erdê dinêrî û di halê xwe de diponijî. çi serfiraz! axirê, zemanê bêbext wekî hemû tiştên xweş, ev roja jî domand û berê min da rêya malê. lê çi ecêb hîn bextewar im *



2016.04.02-20:20 [guhertin:2016.04.02 20:29]| sergijik

47. merheba rojnivîskê... îro tişteke ecêb hat li serê min lewma min xwast demildest vê tiştê ji te re vebêjim * piştî li kar, li dibistanê derketim ji bo dîtina hevalekê çûm banqeyê. dema karê min qediya û derketim li derve, rastê mêrekî ciwan hatim, bêhemdî çavên me li hev ket û wî, bi baldariyeke mezin li min nêrî lê min bi lez û bez wek keçeke binamûs * serê xwe xist li ber xwe û ketim ser rêya malê. çi ecêb piştî demekê min ferq kir ku ew hinekî li paş min e. bi vê hayîbûnê re, ez şaşopaşo bûm, hîn ketim nav kelecaniyekê hîn jî tirsekê... ger bixwazî wî ji te re teswîr bikim, kesekî wiha bû: rengê kesekî nebaş nedida. rûyekî wî yê paqij û qeşeng hebû, bejn û bala wî baş û cilên xweşik lêbû. ango wek beredayan tolazan nebû. jixwe şaşmayîna min jî ji ber vê bû. axirê rojnivîskê, ez çendîn hatim ew jî hat, ez ketim dikanekî ew sekini. ez meşiyam ew meşiya, ez cardin sekinim û ew jî cardin... * dawiyê aciz bûm û min bi awayekî xwe jê qut kir û hatim malê. lê dema hatim malê di hişê min de ev pirs çêbû gelo ew kî bû ? *



2016.03.29-18:47 [guhertin:2016.03.29 18:57]| sergijik

43. slavên germ li te! sitara bêkesan, rojnivîskê... niza'm çima, îro dema ber bi malê ve dihatim ket hişê min ku ji te re çend gotinan bikim. zanim ji zûde ye, ji guhdarkirina me û xewn û xeyalên me yên beredayî pir westiyayî. lê çi bikin, xeynî te tu kes nîne ku em tûrê xwe, ya dile xwe jê re bê tirs û fedî vekin. carnan difikirim, ger te jî tûrê xwe ji me re vekira wê çi jê vala bûbûya? Gotinên bextewar an yên mehdtirş, yên belasebep an girîng ? dibe ku tu tişt… lê mixabin wekî hemû xeyalên din ên ecêb ev jî ne gengaz e. Tu yê tu carî neaxivî û ez ê jî tim wê efsûniya te ya şanaz û tûrê te yê heta ji dêv dagirtî meraq bikim... zanim, li gor rê û rismên rojnivîskê divê min qala rojeke xwe bikira lê ji ber ku hemû rojên min wek di makîneyekê de derketine, tev wek hev in( çûyîna dibistanê, xwendavanên şirîn, midûrê mehdtirş, vegera malê, xwarin, xwendin, raketin…) min tişteke te bixe nav kelecaniyekê nedît binivîsîm. Lewma min biborîne rojnivîskê… Li derve dengê zarokan tê, bi kelecanî dileyîzin û dengê pitikeke ku şîr dixwaze û li hundir dengê nîzamettîn arîç… bi xatirê te.



2016.03.28-17:43 | sergijik

35. Rojeke xweş û germ e. nêçîrvan (pisîka me) herim kû li pey min e, xûya ye birçî bûye evî zikmeşk yan na ew tu carî guh nade min. Ji ber vê carnan wî dişibînim hin kesan* jixwe em û ajal ne zêde ji hev cuda ne



2015.11.11-10:40 | sergijik