Tirşik - Profîl
tirşik-profîla sergijik

profîla "sergijik"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [shorbevan] de;

217. Ev demek e nediketim tirşikê ji ber wê min nekarî ji bo şhorbevên çend gotinan bikim lê ev mesele ji wê roja reş(!) vir ve di dilê min de bû kulek; lewma min divê îşev dilê xwe bi çend gotinan rehet bikim. Sedemên dûrxistina shorbevan a ji tirşikê him kenê min anî him jî hêrsa min lê zêdetir hêrs ketim. vê meraq dikim, moderatoran bi çend kesan şêwirîn ku nivîskariya shorbevan betal bikin û ya din, yên ji nivîsên wî aciz bûne çi ji xwe re kirin hincet, xem? Çend kesan gotine qaşo “nivîsên wî kêrî serê pîvazekî jî nayên”, “belasebep li her derê dinivîse” filan û bêvan.. Dixwazim li wan kesan çend pirsan bikim: gelo hûn tiştên gellekî nûwaze, cuda, girîng… dinivîsin? Nivîsên we ruh û mêjiyê çend kesan têr dikin, dilê çend kesan aş dikin, hiş li sêrî dibin? ez dibê’m ev berteka we ya ecêb û bêpivan pirranî ji egoya we ya bûye wek hûtekî pêk tê, lewma naxwazim zêde xwe bidim li ber gotinê. Tenê ji bo shorbevan çend tiştan bibêjim: Ez xwe gellek peyvên herêmî û veşarî yên ku di qelîştekên demê de wenda bûne ji shorbevên hînbûm. nivîsa wî her çiqas di warê rêzimanê de piçekî qels bû jî qalibên hevokên wî di maqam û tama kurdî de bû. Şêweya nivîsên wî ne rijî, çîçelaskî bû û wek ku min ferq kirî shorbevan ne wekî pirranî nivîskarên din ên tirşikê bi karekî xwendin nivîsînê re mijûl bû. Xûya bû wî rûyê zanîngehê jî nedîbû. Lewma li gorî şert û mercên têdeyî û temenê xwe tiştên xweş ve mijûl dibû (çêr be jî, nifir be jî nivîsa kurdî xweş e) û hewl dida ku kêmasiyên xwe yên heyî rast bike. Tişta herî mihîm û ya kêfa min jê re dihat jî ev bû ku shorbevan kesekî bi têra xwe ecêb bû* rengekî wî hebû di tirşikê de. carnan zêde ehmaq bû, beravajiyê wê carnan bi jîrtiyeke bê fesal dida pey gotinan lê pirranî kesekî netebitî û bêhnfireh û bê zirar.. ev kesên xêrnexwaz çi dew ji shorbevan kirin nizanim. tenê wek endameke tirşikê neletê ji vê biryarê tînim* û bi ya min, bihêlin bila mirov bi dilrehetî li vê bestê çend lotikan biavêjin, jixwe jiyan bi tevahî hatiye xitimandin, fetisandin.. kî dizane, dibe ku bêhna shorbevanê reben jî wekî gellek kesan hew li vir fireh dibû.



2016.11.14-00:57 [guhertin:2016.11.14 01:05]| sergijik

154. bi rastî li ber ketim. jixwe tirşik van rojan pir bê deng e. baş bû ku shorbevan bi xêra xwe piçekî reng dida tirşik'ê.. lê mixabin hatiye astengkirin. bi ya min divê demildest dev ji biryarek wiha xeter bê vegerîn *



2016.02.18-21:14 | sergijik