Tirşik - Profîl
tirşik-profîla sergijik

profîla "sergijik"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tenêtî] de;

40. ev nêzî du mehan e rewşa min tim wiha ye. erê min ji tenêtiyê her gavê hez kiriye lê ev ne tiştek wisa ye heyran! xwarina bi tenê, reqsa bi tenê, coş û xemên bi tenê, çaya bi tenê ( ya herî zor jî ev e, tu tama çay tune ye). carnan ji bêdengiyê ewqas aciz dibim ku, xwe bi xwe diaxivim, stranan dibêjim, dileyîzim... bo ku bibêjim ez bextewar im * herhal xwedê bi min hat rihmê ku wê rojê perperokeke reben bi şaşî ketibû hundir malê, carî carkî dengê çirpiniyekê dihat.. min got, ev çi ye gelo? bi gavên hûr ber bi deng ve çûm û min dît ku li pişt perdeyê perperokeke zerik.. ruhê min bû wek çivîkekê, hunermendekî.. min xwest çend tiştan binivîsim an lê bidim; lê min tu tişt nekir * hew min lê nêrî û çend gotin jê re kir. nizanim wê fam kir an na piştî demekê min xwast wê derxînim da ku roja xwe ya ewil û dawî têr û tije bijî: lê aliyê min ê egoîst, qet nedixwast ew here. min hinekî hewl da ku wê bigirim û bifirînim lê kambaxê, xwe neda dest. roj û şevek bû mêvanê tenêtiya min. carnan di odeyê de difirî û nişkêv da xwe davet cihekî. çi ecêp dema min lempa girt jî ew hîn difiriya. dema şiyar bûm perperoka reben, ji zû de koçkiribû. min çend dua li ser xwendin ku xalqê alemê cihê wê bike bihuşt.. piştî rê û rismên olî anî cih taliya talî dîsa mam bi tenê... min ev ferq kir ku tenêtiya bi daxwaza mêriv xweş e, mirov jê kêfê digire lê ya ku tu vebijarkek tune be li pêş mêriv ango neçar î tenê bimînî, wê demê tenêtî dibe wek werîsekî di stû de, wek qefesekê...



2016.05.01-12:22 [guhertin:2016.05.01 12:25]| sergijik

34. Rewşa min a niha ye. Tenêtiyê Tim kêfa min aniye lê îro bêhemdî min aciz dike. Di bajarê kurdistanê mêrdîna rengîn de me. Ji ber ku nû hatimê, min NE heval NE hogirek heye.. Lewma xeribiyê dikişînim piçekî... Ji pacê derve dinihêrim vê gavê Bo Ku wan dîwarên mehdtirş nebînim. Kelaya bajêr, bi xemleke awaz awazî, wek kofiya serê bûkekî reng bi reng xwe pêçaye. Bêdengî û aramiyek heye li her derî. Mêrdîn bi vê dîmena xwe ya xweşik û qedîmtiya xwe hiş li serî dibe, û aciziya tenêtiyê dide jibîrkirin. Mêrdîna delal û zêrîn, ji îro pêve hevala min a herî baş tu yî * em ê hemû derd û kulên xwe yên Tu carî aş nabin bi hev re parve bikin bo ku şevê siviktir bikin



2016.03.02-20:21 [guhertin:2016.03.02 20:30]| sergijik