Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ezman b

profîla "ezman b"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [google translate] de;

10. Berê me xwe dikuşt ku zimanê me jî tevî Google Translatê bibe. Belê ev mirazê me pêk hat. Nizanim baş bû an na. Ji ber ku wergera Googlê ji kurdî bo îngilîzî an jî bo tirkî kêm zêde baş dixebite, lê ji zimanên din bo kurdî bi kêrî tu tiştî nayê û ji vê gavê pê ve tirk jî dikarin nivîsên me yên kurdî bi texmînî fehm bikin. Berê li ser înternetê gava bi tirkên nijadperest re dikevime nîqaşê, min bersiva wan bi kurdî dida û bi wan re hew bi tirkî xeber dida. Bi min yek ji heqeretên herî mezin ev bû û zehf li zora wan diçû. Îcar ev derfet jî ji destê me çûye *



Dîsa jî çavê me Kurdan bi ronî be, li ser xêrê be! Pengaveke gelek girîng e, lê ji niha pê ve ji bo pêşketina vê ferhenga han divê em jî arîkariya Google Translatê bikin. Hevalên îngilîzîzan, kerem kin: https://translate.google.com.tr/



19.02.2016 23:07 ~23:12 | ezman b