Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biaqila malê

profîla "biaqila malê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [helbestên bro omerî] de;

16. (bnr: rewşa welêt)

Di nav ar û pêt de dijîm

Hevala min tu çawayî ?

Bi kul û derdên xwe digrîm

Delala min tu çawayî ?



Hezar sal in li ser te ceng

Hatin kuştin mêrxas , leheng

Cejn û newroz diçin bêdeng

Sersala min tu çawayî ?



Ew şêr û baz in li çolê

Li Serhedê û li torê

Sed seg berdane derdorê

Şepala min tu çawayî ?



Şepala li lata gelî

Birîndar e , kur dinalî

Se direyin li her alî

Hewara min tu çawayî ?



Dagirkerên barbar û hov

Binpê kirin mafên mirov

Rûxandin tev çewlîk û gov

Pergala min tu çawayî ?



Şar û gund giş wêran kirin

Jiyan li me zîndan kirin

Der û hundir talan kirin

Bermala min tu çawayî ?



Li pêş çavên Bro Omerî

Agir berdan rêl û devî

Teba , tilûr revî revî...

Xezala min tu çawayî ?



Roja ku ez te nabînim

Hêsrên çavan dibarînim

Bi qerpalan dimalînim

Desmala min tu çawayî ?



Xwezî b'roja te bikim bûk

Hine bikin dest û neynûk

Bigerînim li şar û sûk

Bêmala min tu çawayî ?



25.08.2016 21:29 | biaqila malê