Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mahîr amed

profîla "mahîr amed"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [meseleyên dema tên bîra mirov mirov fedîkar dibe] de;

6. ji vir 5 sal berê, li amedê ez diçûm hinda pismamekî xwe. lawik li parkormanê li dîjle kafeyê li benda min bû. ez çûm serê ewilî têketim hindir geriyam lê min wî nedît. min li der û dorê xwe mêzekir xuya nake. li derve jî mase hebûn, min got belkî li wir be. min derî vekir du sê gava avêt di carekî de nigê min ê rastê ket kortikekî. min mêze kir hewzekî 25-30 cm kûr. nigê min heta çokê ket nav avê. çiqas mirov li wir bûn tev vegeriyan û li min temaşe dikirin. henak ji wan dikeniyan filan... ji şerma ez nizanibûm çi bikim. min nigê xwe derxist çûm hinda pismamê xwe weke ku qet tiştekî nebûbe rûniştim min çayekî jî vexwar lê ji fediya 10 deqqe zêdetir rûneniştim. ew roj ev roje ez naçim dîjle kafeyê...



03.12.2015 03:13 ~03:14 | mahîr amed